Serokê Hevpeymana Dewlet Yasa û namzetê Şîan ya erka Serokwezîrtiyê Nûrî Malikî di medyayê de çend agahiyên nû parve kir.
Nûrî Malikî bal kişand ser gotinên Serokê Amerîka Donald Trump ya li ser namzetiya wî û got: “Hinek welatan agahiyên nerast gihandinê, Hinek dewlet aramiyê ji dest didin. Dîsa tê gotin ku peyama Trump ji nava Iraqê hatiye nivîsîn. Min gotiye, bila têkilî bi Amerîka re hebe, lê li gorî destûrê.”
Malikî li ser destwerdanên li ser xaka Iraqê jî ev got: “Giliyê min li hinek welatan heye, destwerdan kirine û Trump li dijî me rakiriye. Çima Tirkiye, Qeter û Sûriye destwerdanê li karûbarên Iaraqê dike.”
Nûrî Malikî têkildarî erka serokkomariyê jî ev got: “Hilbijartina erka serokkomariyê û avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî hev hatiye kirin. PDK û YNK herdu jî hevpeymanên me ne, naxwazîn bikevin navbera wan. Ji bo wê dixwazin ew bi xwe li ser namzetekê yek deng bin. Ti encam ji civîna li Hewlêr û Silêmanî ya Çarçoveya Hemahengî derneketiye.”